http://vk.com/KurdYek Xezal Xezal Xezal Xezal de hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..
Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Buharê hat Buharê Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne
Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne
Buhara me şêrîn e Tevde gîhayê hêşîn e Keçê dilê min xweş ke Giş bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne
Buhar çi xweş û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne