http://vk.com/KurdYek
Sabah-ul Xeyrî Xane Min { Melaye CİZÎRÎ }
sebahul xeyr xana min,şehî şîrîn zebana min
tuyî ruh û rewana min,bibit qurban te canê min
te alellah çi(h)zatî tu çi(h) wî şîrîn sifatî tu
ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
heyat û reheta can im "sebahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînîm be jn û balayê
sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min
xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min
ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min
ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min
di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"
were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê
ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê
siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê
şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez
da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez
ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan biînim bejn û balayê
ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê
enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê
ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê
ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê
ji wê sohtî dil û can im "sabahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê
çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê
ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê
ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê
ji derba 'işqê nalan im "sabahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê
bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê
kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran
ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran
jiwê derbê pir êşan im "sabahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan
bixwîne li me 'ebdalan bibînin 'îd û sersalan
îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê
ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê
ji dil talanê xalan im "sabahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê
nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê
ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez
ji ' amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez
ku xalib mest û sukran im "sabahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe
bi şefqet ke liqayê xwe meya nemrit bi dayê xwe
mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş
Choir of Amed еще тексты
Оценка текста
Статистика страницы на pesni.guru ▼
Просмотров сегодня: 1