Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Gava ku stêrk Li esmana stûxwar, Gava ku ney û blûr û tembûr Û dehol û zirna sar bûn, sar bûn Bi giyanek pola Min navê xwe kola Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Ez welatparêz im, Ez mirovperwer im, Ez Bavê Tûjo me lo!... Şoreşger im Şoreşger im Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Ez Şêx Seîdê kal, Bijîşk Fuad im Pêşmergekî bê nav û bê nîşan Ez duh şehîd bûm Îro, nûhat im.