Sira Sibe (Girtiyen Azadiye) Легенда Курдского Рока и Джаза
http://vk.com/KurdYek
Sira sibê li bab û dara hewrê Veciniqî û hisyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahist Bilûre danî ser diranê Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira
Kaniya bin dara hewrê Bi dengê bilurê re nehwirand Hêstir werwirand melûl melûl Dilê heyvaji kovanên xwere Kerî bi kerî kezext û dirand
Bilbilek firî ji hêlîne Çu danî li gulya gulê Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe Berda dilê wan ji xuriyê Dilop dilop niqutî û xurî Niqut niqut nizilî û xurî
Di dilopa pasî de sefeq beyan bû Ji bilûrê his birî kanî xayis ket Li bine kema gulê bilbil ji can bû Jînek nû dest pêkir bi sira sibe Sefeq zelal xuza xuyan bûn