Xewna şevan Xeyala xewna şeva Te xewn nehîşt li van çava Her şev teyî mêvanîya min Dibî parçek jiyana min B’xwera tînî evînîya min Dibî sebra li ber bêhna min Dikî bîra’m birîna min Ax û Keser û Şîna min ******* Şeva tu têyî ber serê min Vedikî derîyê ber dilê min Tev ruhê min tu difirî Difitilî û dizvirî Xwezla rokê xewna xweda Dest bavêta xêlîya teda Bilind bikira çîya wer kira Evina xwe sitar bikira ******* Tu bihuşta nava dojê Xêlîya te bû perda rojê Şevê xemî roj mitale Berxtê tera nebî kale Xwezîya rastbûya xewna şeva Min bidîta bi herdû çavan Walat azad şên û ava Kurdistan bûk ez jî zava