Гуру Песен Популярное
А Б В Г Д Е Ж З И К Л М Н О П Р С Т У Ф Х Ц Ч Ш Э Ю Я
# A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Jaro Dihokî - Bavo Jiyar (Helbest) | Текст песни

Bavo jiyar
dayka te û kiçol û hejar
Mane pirêve
bawer nakim em bibînî ji ev ro pêve
ez nizanim cahşa girtin,
gurga xwarin
avê birin
yan gorinstan hingaftin
bes bike girî,
bes bêje min
ka dayka min ev çende şîr nedaye min
xaçi nema em dê gihîne çiyayê şîrinê
zilm û bayêt faraşînê
derbederin li wê rê mişene
paşê şîr nabîtin xeme
bes bêje min bavo sare,
sireka dijwar û hare
bes bike girî
ev saçma serê min birî
min nakujit
devî veke û
xîna serê min peşîdin
hêdî firke
jê netirse
ev e şîrê spîye sor bûye
çûnke bavo kavdana sore spî kirin, spî sor kirin
bavo jiyar hêrişa zilm e hêrîşek zor girane Û
milletê me yê bê kes û bê xweda ne
hawar dekim mirovnasa kesê haj dengê me nîne Û
xema me ya kesê nîne
hawar hawar
kê dîtîye milletek çend milyon mirov
il çol û çiya bibne how
hawar hawar
kê dîtîye
jin û mêr jik bêne berdan bê dadgeh û mala û xwedan
hawar hawar
kê dîtîye zarok bi jahrê xwudan bin
zerî hêj kiç zik giranbin
hawar hawar
kê dîtîye
pistal biryara biçespînin
mişk pilingan pixeniqînin
hawar hawar
kê dîtîye
zava ji tirsê
nebît zilam
û jin ji şermê û rîsatîyê nebît xanim nebît medam
zihakê çerxê lîstê vîbit seddam
bin ve bavo
bin ve bavo
çinyeka nanê me mabû
ev jî kifkoyê lê dabû
bin ve bavo heçî nema em dê gihîne sênorî
ew hefteya ser me bûrî nayêtineme
hûsa gelo jiyar nivist bin ve bin ve û
bikes giryok ço behîştê
çîroka vî jî ev e bû
heştê û heştê

Jaro Dihokî еще тексты


Статистика страницы на pesni.guru ▼
Просмотров сегодня: 1
Видео
Нет видео
-