☼★ MMC Mesopotamia Music ChanneL ★☼ http://vk.com/KurdishMusic
http://vk.com/KurdYek
HEBHINARKÊ
ji wê şeva bişewbê bêna firikên şewitî dihat ji çolê çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê destmêja te û janê ji hevdu naşikê hebhinarkê !... min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê wê gewriya te dil bide kêrê li kerbelayê belê delalê
li çaraliyê çefiya min diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin kulora şahmeran e egala li serê min ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhınarka min ne sûcê te ye , ew mîratê kewan l ime nehatin
li çiyayê şengalê, komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye perîkên wî digirîn li dewsê tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali li ser goleke mêşinî
ji bo ku ez bi serê xwe dakim, ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim, hebhinarkê; teşiya bê, destara berfê, berîvana baranê,,, Helbest: Rênas Jiyan Müzik : Nisret ÎMÎR