Xerîb gotegot e ... Cotyar çûne cot e Xerîbê kember difrote
Oy oy li min xerîbê ... Bê tal û nesîbê xwedê neke kes xerîbê
Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got Min ji ciwanîya xwe xêr nedît Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê
Xerîba beyanî... Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî
Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Xwe heram kir nanê bavê
Xerîba xwedê yo ... Ber bergê rojê yo Hesreta dayik û bavê yo
Xerîba beyanî ... agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî