Гуру Песен Популярное
А Б В Г Д Е Ж З И К Л М Н О П Р С Т У Ф Х Ц Ч Ш Э Ю Я
# A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Sivan Perwer - Dayik (Heviya Te) | Текст песни

Dayik
Hey lorî lorî lorî wey layê layê
Serê dayika te bi gorî
Bê te sebra min nayê
Lorîka min mezin be
Hêjabe li vê dinyayê

Hay lê lê dayê lê lê.... Ax de lê lê dayê
Dilê mi lê dayê kesera mi lê dayê
Şêrîna mi lê dayê evîna mi lê dayê
Ax lê lê lê dayê hevala derd û kulayê
Beriya mirov dinyayê bibîne
Mirov dayika xwe ya delal dibîne
Êş û zahmet û zoriyan pir dikşîne

Hûn dizanin heta dayikek zarokekî mezin dike çi êş û zoriyan dikşîne.
Fermandarno zarokan ji dayikan nestînin. Hêstirên çavên wan nerijînin.
Dayikên we jî hene. Hûn jî demekê zarok bûn.
Dayîk me neh mehan li ser dilê xwe dihewrînin.
Bi salan dihejînin, dilorînin, dimêjînin.
Hûn jî zarokno keda wan ji bîr nekin.

De lorîkek bi xêr be
Weke mêrxas û şêr be
Wê/Da jiyanê baş fêr be
Xweda bike bi kêr be
Da bi cih û bi war be
Li texta welat serdar be

Gotin û awaz: Şivan Perwer
Aranje û harmonî: Dalshad Saîd


Статистика страницы на pesni.guru ▼
Просмотров сегодня: 1
Видео
  • Sivan Perwer Dayik Sivan Perwer Dayik
    Sivan Perwer Dayik ... Şivan Perwer (Cegerxwîn) - Kîne em? ... Şivan Perwer, Bako ...